| |
|
|
Linux û nivîsbariya azad a kurdîLinux a kurdî amade ye! Em bi taybetî Ubuntu Linux tawsiye dikin. Z êdetir agahî di rûpelên me yên Linuxê û di malpera Ubuntu ya kurdî de heye. Nivîsbariya azad a kurdîLi vê derê em dixwazin agahî di der barê nivîsbariya azad a kurdî de bidin. Heke tu bixwazî alîkariya wergergandina bernameyên din bikî, ji kerema xwe ji me re binivîse. Alîkarî ji bo bikaranin û wergerandina nivîsbariya azad di Windows û Linuxê de di wîkiya FerhengWîkî (http://wiki.ferheng.org) ya me de heye. Linux a kurdî
Parceya girîngtirîn a xebata me sîstema Linux e. Ubuntu Linux û Mandriva Linux bi kurdî hene. Lê gelek bernameyên ji bo Microsoft Windowsê jî li vir in. Hemû bernameyên me nivîsbariya azad in. Li benda Windowsê nesekine, îro Linux a kurdî biceribîne.
Ubuntu ya kurdîDistrîbusyona Linux a kurdî ya yekemîn Ubuntu ye. Mozilla FirefoxFirefox gerokeke bilez û ewlekar e. Firefox niha bi kurdî jî heye.
Mandriva Distrîbusyoneke din a Linuxê ye. Projeya Linux a kurdî bi Mandriva destpêkiribû, lê êdî nayê şopandin.
AbiwordBernameya nivîsê ya bi kontrola rastnivîsê ya kurdî ya yekemîn AbiWord e. OpenOffice.orgOpenOffice.org paketeke ofisê (nivîs hesibandin, pêşkêşkirin û hwd) ya bi kontrola rastnivîsê ya kurdî ye. OpenOffice.org dikare her tiştê Microsoft Office dikare - û zêdetir.
Ferheng.orgFerheng.org bernamyeke ferhengê ye.
Menuya bin |
|
| |
|
| powered by cmsimple.dk
- template by cmsimple-styles.com |