AbiWord/Ispell a kurdî
AbiWord çi ye?
AbiWord bernameyeke wekî Microsoft Word e. Tabyetiya AbiWord ev e: AbiWord bi kurdî ye û rastnivîsa kurdî jî kontrol dike.AbiWord nivîsbariya azad e û ji aliyê Koma PCKurd bi kurdî hat wergerandin.
Ispell çi ye?
Ispell bernameyeke ji bo kontrola rastnivîsê ye. Ispell di bernameya AbiWord de tê bi kar anîn. Lîsteya peyvan û zanîna rêzimanî ya Ispell û MySpell wekhev e.Ferhenga Ispell a kurdî bi alîkariya Kevin Patrick Scannel ji aliyê Ferheng.org tê amade kirin.
MySpell/Ispell niha di asta ceribandinê ne. Dixebitin, lê lîsteya peyvên nas ne dirêj e (~10.000 peyv). Ji bo xurtkirina vê bernameyê, em alîkarî dixwazin.
Ez çawa bistînim?
- Daxistina bernameya AbiWord (malpera AbiWordê)
- Daxistina ferhenga rastnivîsa kurdî (ji bo Windowsê)
Ez çawa saz bikim?
Her du bername bixebitîne.Ez çawa bi kar bînim?
Wekî zimanê nivîse kurdî hilbijêre. Kontrola rastnivîse bixweser pêk tê.[ber bi jor]
Ez çawa "Ispell"ê firehtir bikim?
Nivîsara "MySpell a kurdî" agahî dide. Em ser bernameya MySpell dixebitin, ferhenga Ispell ji ferhenga MySpell tê çêkirin.Tekilî û e-name
Dema şaştî ango kemasiyên bibinin, ji me re binivîsin!Heke bixwazin rexne an pêşniyaz bikin, ji me re binivîsin!
Heke bixwazin alîkarî bikin, ji me re binivîsin!
Zêdetir agahî
- Rupela projeyê di SourceForge de
- Kurdî: AbiWord | Ispell
- Tirkî: MySpell a kurdî
- Îngilîzî: AbiWord | Ispell







